“Hikûmet ji rastiya HDP û PKKê bawer nake”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî proseya aştiyê ku 3 sal berdewam kir, sala borî meha Tîrmehê de bi destpêkirina şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKK heta niha bi hezaran kes mirin. Digel berdewamiya şer, KCK daxuyakirin ku eger dewlet gavekê biavêjê ji bo aştiyê ew amade ne.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî proseya aştiyê ku 3 sal berdewam kir, sala borî meha Tîrmehê de bi destpêkirina şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKK heta niha bi hezaran kes mirin. Digel berdewamiya şer, KCK daxuyakirin ku eger dewlet gavekê biavêjê ji bo aştiyê ew amade ne.

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî, piştî êrîşa bi bombeyî ya li Dîlokê bo aştiyê peyamên girîng da û got: “Ev êrîşek li dijî biratiya me ye. Werin em bi hev re bêjin ev êş êşa me hemûyan e. Li dijî DAIŞ'ê terorê em bibin yek. em dikarin bi guftûgoyê kêşeyên xwe safî bikin.

Piştî daxuyaniyên Demîrtaş û KCKê, li ser destpêkirina proseya aştiyê nîqaş tên kirin. Rojnameger û Oral Çalişlar ji K24ê re axivî û got: “Tirkiye dixwaze ev kêşe bê safîkirin. Piştî hewla kutedayê bo safîkirina kêşeyan rêya guftûgoyê vebû. Bo civînên hevpar yên partiyên siyasî daxwaz ew bû, ku HDP jî bila beşdar be. Lê wê demê êrîşên PKKê dest pê kir. Eger êrîşên PKKê nebûna HDP jî beşdarî civînê dibû. HDP hewla çareseriyê dide lê PKKê rêya wê digire.

Rojnamevan Orol Çalişlarê ku dema proseya aştiyê di nav mirovên aqilmend de cih digirt amaje kir ku, daxuyaniyên KCK û HDPê gelek girîng in, lê hikûmet ji wan bawer nake.

Herwiha Çalîşlar amaje kir û got: “Daxuyaniya KCKê girîng e, pêwist e bo çareseriyê gav bê avêtin. Lê beriya her tiştî divê PKKê agirbestekê ragihîne, dawî li êrîşên xwe bîne da ku prose bê destpêkirin. Eger ev pêk were hikûmet jî dê proseya aştiyê bide destpêkirin.”

Çalişlar ji bo gotina "Ligel PKK dê hevdîtin neyê kirin, proseya aştiyê dê nebe" a Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim wiha got: “Di şertên îroyîn de şûna Yildirim kî be heman tiştan digot. Lê em ji rabirdûyê dizanin bi şer û kuştinan aştî û çareserî çê nabe. Li gor min di demeke nêzîk de nebe jî, di dawiyê de dê bo proseya aştiyê guftûgo bê kirin.

Tevî berdewamiya şer û pevçûnan, bo aştî û çareseriyê civat hêviyên xwe geş dike. Daxwaza hevpar a hemû kesan her du aliyan dawî li êrîşan bîne û gavên pêwîst biavêjin.