Li Hesekê agirbest hate ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî destpêşxeriyekê ji rîsipiyên eşîrên deverê û hin welatan, li Hesekê agirbestek demkî hate ragihandin.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, agirbest di navbera Asayişa Rojava û rêjîma Sûriyê li Hesekê îro ji demjimêr 2:00 de bi awayekî demkî hate ragihandin, li gor xala agirbestê Asayişa Rojava erkê parastina ewlehiya bajarê Hesekê hidigire ser milê xwe.
Ji roja 16 Tebaxê de şer û pevçûn li Hesekê di navbera Asayişa Rojav û YPGê ji aliyekî û hêzên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîmê ve dest pê kiriye, bo yekem carê jî rêjîma Sûriyê li Hesekê bi firokeyên şer bajar bombebaran kir.
Di encamê de zêdetirî 47 kesan canê xwe jidest dane, ji nava wan 27 sivîl in, herwiha ji nava wan jî 11 zarok in. herwiha bi dehan kes birîndar bûn û bi hezaran jî koçber bûne.