Nirxê lîreya Tirkiyê dadikeve

Lîreya Tirkî beramberî dolara Amerîkî nirx winda dike û di piyasayên Tirkiyê de dolerek bi 2.96 lîreyan tê firotin.

K24 – Naneda Nûçeyan

Lîreya Tirkî beramberî dolara Amerîkî nirx winda dike û di piyasayên Tirkiyê de dolerek bi 2.96 lîreyan tê firotin.

Îro firokeyên şerî yên Tirkiyê li Sûriyeyê bajarê Cerablusê li dijî DAIŞê dest bi operasyonê kirin. Ev bûyer bandora xwe li ser piyasayên Tirkiyê jî nîşan da û dolara Amerîkî beramberî lîreya Tirkî hilket.

Dolar duh beramberî lîreya Tirkî di derûdora 2.93 lîreyan de bû. Lê piştî agahiyên operasyonê dolar berê xwe da heta 2.96 an. Herwiha ligel dolarî û euro jî beramberî lîreya Tirkî hilket. Euroyek baramberî lîreya Tirkî bi  3.34 lîreyan tê firotin.