Serokê Herêma Kurdistanê berve Tirkiyê bi rê ket

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi serdanekê berve Tirkiyê bi rê ket û li firokxaneya Enqerê pêşwazî lê tê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi serdanekê berv Tirkiyê bi rê ket û li firokxaneya Enqerê pêşwazî lê tê kirin.

Li gor zanyariyên ku bi dest K24ê ketine, di vê serdanê de Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ligel her yek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dicive û komek ji pirs û babetên siyasî yên navçeyên guftûgo dikin.

Herwiha Serok Barzanî di çarçoveya vê serdanê de jî ligel şandeke ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dicive.

Li gor çavdêrên siyasî di vê derbarê de, ji bilî babeta teror û şerê DAIŞê, tê çaverêkirin dahatûyên pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de, delîveyeke nû bo destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiyê û pirsa Rojavayê Kurdistanê, babetên din yên civîna di navbera Barzanî û Erdogan in.

Çavdêrên siyasî amaje bi wê yekê dikin ku, dibe Barzanî di serdana xwe ji Enqerê re bi Cîgirê Serokê Amerêka Joe Biden re jî bicive, ku biryar e Biden sibe bo gotûbêjkirina dosya Fethula Gulen serdana Tirkiyê bike.