Riya Dêrsim û Erzinganê hate girtin

Li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê riya bajarên Dêrsim û Erzinganê hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê riya bajarên Dêrsim û Erzinganê hate girtin.

Parêzgeriya Dêrsimê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand, di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de riya bajarên Dersim û Erzînganê ji her du aliyan ve hate girtin.

Parêzgeriyê diyar kir, rê heta fermanekî nû dê girtî bimîne û ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan pêwîst e rê neyê bikaranîn.

Îro berbangê demjimêr 04:00an de di navbera Dersim û Erzînganê de li dijî PKKê operasyoneke esmanî pêk hat.

Li heremê bi tevlîbûna hejmarek zêde ji leşkeran operasyon berdewam in û car caran pevçûn derdikevin.