Operasyona Cerablusê di nerîna pisporan de

Bi boçûna pisporan dê Tirkiye bi vê operasyonê li Sûriyê guhertinên nû bide destpêkirin û dê DAÎŞê têk bibe û dê dorpêçkirina sînorên xwe jî li dijî YPGê ewletir bike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Pişti Hêzên Suriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bajarê Minbîçê ya di destê DAÎŞê de bi temamî rizgarkirin ji aliyê devleta Tirkiyê ve bi hinceta ku sînorên xwe biparêze operasyon li ser bajarê rojava hate destpêkirin. Gelo ev operasyona Cerablusê tê çi wateyê? Pisporan ev yek nirxand.

Beriya ku operasyona Cerablusê dest pê bike Hêzên Sûriya Demokratîk ya ku di nav de YPG jî heye bajarê Minbîcê rizgarkirin û amadekariyên rizgarkirina Cerablusê destpêkir. Lê belê Tirkiyê beriya ku HSD dest bi operasyonê bike bi hevkariya Hêzên Suriya Azad (OSO) bi lezgînî operasyon da destpêkirin.

Ji aliyê rayedarên dewleta Tirkiyê ve hate gotin ku ev operasyon ji bo ewlehiya sînorên wan û parçenebûna xaka Sûriyê pêk hatiye. Berawajî daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê bi boçûna pisporên Rojhilata Navîn ev operasyon ji bo pêşî lê girtina deskeftiyên PYD û YPGê ye ne.

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Sitki Bîlgîn wiha got:

"Operasyona Cerablusê destpêka guherîna stratejiya Tirkiyê ya Rojhilata Navîn e. Bi vê operasyonê dewleta Tirkiyê xwest du peyama bide. Yek hem dê parastina sînorên xwe bike û hem jî di sînorên xwe de rêxistineke Kurd naxwaze. Ya diduyan jî ligel Ewropayê ji Emerikayê re dibêje; ez li dijî DAIŞê têdikoşim. Tirkiyê jî dixwaze li Sûriyê bibe xwedî hêzekê."

Cerablus ligel Tirkiyê ji bo Suriyê û Rojhilata Navîn xwedî cihekî giring e. Ji ber ku DAÎŞ di ser Cerablusê re derbasî Rojava dibû û çalakiyên xwe yên di nava Tirkiyê de di ser vî bajarî ve dikir. Piştî rizgarkirina Minbîçê cihê herî stratejîk yê di destê DAÎŞê de jî hate rizgarkirin û ket bin qontrola HSA yê. Bi boçûna pisporan dê Tirkiye bi vê operasyonê li Sûriyê guhertinên nû bide destpêkirin û dê DAÎŞê têk bibe û dê dorpêçkirina sînorên xwe jî li dijî YPGê ewletir bike.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan wiha axifî:

"Hûn jî dizanin ku li Sûriyê YPG her bi pêş de diçe û digel vê yekê rêxistina DAÎŞê heye. Ji ber van her du mijaran Tirkiyê polîtîkayên xwe yên Sûriyê guhertin. Niha hewl dide ku digel dewleta Suriyê ji îro bi şûn de têkîliyên xwe baştir bike. Ev operasyon jî bo her du aliyan jÎ bû wek destpêkekê."

Piştî destpêkirina operasyona Cerablusê rayedarên dewleta Tirkiyê amaje kir ku ger YPG derbasî Rojavayê Firatê nebe ew dê mudaxaleyî wan jî bikin. Rayedarên YPG jî rave kirin ku ger ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve êrîşek li dijî wan pêk bê, dê ew jî bersivek tund bidin. Herwiha niha tê meraqkirin ku di rojên pêşiya me de operasyona Cerablusê li herêmê dê rê li ber encamên bi çi rengî veke.