Rojnameyên Erebî: Eger e dewleta Kurdî ava bibe

Piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê nava xaka Sûriyê û kontrolkirina Cerablusê û rûbirûbûna hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, pirsa dewleta Kurdî di rojnameyên Erebî de bû rojev. Di heman demê de hin rojname dibêjin: “Projeya netewî ya gelê Kurd ê perçekirî cibicî dibe” hin rojname jî dibêjin: “Xewna dewleta Kurdî di çend rojên bê de bi neşterciyekê ber davêje.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê nava xaka Sûriyê û kontrolkirina Cerablusê û rûbirûbûna hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, pirsa dewleta Kurdî di rojnameyên Erebî de bû rojev. Di heman demê de hin rojname dibêjin: “Projeya netewî ya gelê Kurd ê perçekirî cibicî dibe” hin rojname jî dibêjin: “Xewna dewleta Kurdî di çend rojên bê de bi neşterciyekê ber davêje.”

Hafiz Berxosî di rojnameya “Xelîc Erebî” de dibêje: “Hevkêşeya Kurdî li Tirkiye û bakurê Sûriyê, her du rêjîmên Tirkî û Sûriyê li dijî Kurdan kirin yek. Heta niha pêşveçûn li Hesekê di perjewndiya Kurdan de ye, ku welatên rojava û bi taybet Amerîka piştgîriya wan dikin.”

Berxosî dibêje: “Ecindeya Amerîka nexşeya dewleta Kurdî li bakurê Sûriyê dikişîne, dibe ku di pêşerojê de dirêj û mezin bibe û bigihe bakurê Iraqê û ligel Başûrê Kurdistanê bibe yek. Tê wateya ku dewleteke bihêz ava dibe û metirsiyê li ser Tirkiyê ya ku beşê mezin ji Kurd lê ne, çê bike.”

Herwiha Berxosî dibêje: “Piştî lihevkirina di navbera Tirkiye û Îranê, ya ku piştî hevdîtina di navbera Erdogan û Putîn de û nameya Tirkiyê bo Sûriyê ya derbarê hewlesta rêjîma Sûriyê bo Kurdan, hêşt ku Tirkiye ji êrîşa rêjîma Sûriyê li dijî pêgehên PKKê li Hesekê bi dilxweş bibe.”

Di gotareke bi navê “Çareyek tekane ji karesate serdemê re” de Racih Xorî di rojnameya “El-Nehar” ya Libanî de tekez dike ku, federalîzm çareyeke guncaw e bo Sûriyê. Herwiha tekez dike jî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di 1 Adara borî de bi aşkere daxwaza federalîzmê bo Sûriyê kir, ku çareyeke lêhatî ye bo Sûriyê.

Ebas Terabîlî di rojnameya “Misrî” de nivîsandiye: “Projeya netewî ya gelê Kurd yê ku di nava 5 welatan de perçebûyî maye, bi hebûna dewleteke Kurdî li bakurê Iraqê û berdewamiya xewnê li bakurê Sûriyê, ew piroje cibicî dibe. Tirkiye jî hinceta lêdana Kurdan dike sedem, bo destêwerdanê di nava xaka Sûriyê de bike, ew jî bi mebesta beşekê ji xaka Sûriyê tevlî wîlayeta Hatay (Lîwa Iskenderon) bike, da ku rêgiriyê li pêşketina Kurdan berve başûrî rojhilatê Tirkiyê û bakurê Sûriyê bigire.”

Di rojnameya “Destûr” ya Urdinî de Erîbet El-Rentawî dibêje: “Washington xeyala Kurdên Sûriyê berve gunbeda esman bilind kir, piştre jî berve zemînê anî xwarê. Xewn û xeyalên Kurdên Sûriyê ewqas mezin nedibûn, heger ne ji soz û peymanên Amerîka bana.”

El-Rentawî berdewam dike: “Hîn kartên bihêz ligel Kurdên Sûriyê mane, Washington bi giştî destê xwe girîngtirîn hevpeyman li Sûriyê bernedaye, lê divê ev hevpeyman daxwazên xwe di çarçoveya nanavendiyê de kêm bike, ne di federalîzm û mafê çarenivîsî de. Ev hevkêşeya nû ya ku danûstandin li ser tê kirin, ne tenê yekperçeya Sûriyê dike metirsiyê, lê belê yekperçeya Tirkiyê jî dike metirsiyê.”

Mazin Hemad di rojnameya “Wetin” ya Îmaratî de dibîne ku: “Xewna dewleta Kurdî ya ku di hefteya borî de dest bi tevgerê kiriye, niha rawestiye, dibe ku di rojên bê de were beravêtin.”

Hemad didomîne: “Lihevkirinên di navbera paytextên bihêz wek Washington, Mosko, Enqere, Tehran û Şamê li ser rawestandina pêşketinên Kurd lihev kirine. Tirkiye jî lîstikvanê herî çalak bû, ku DAIŞ û basikê leşkerî ya PKKê ji Cerablusê derxist.”

Di rojnameya “Sewra” ya Sûrî de Hisên Seqir Washingtonê tuhmetbar dike ku, nakokiyên di navbera Kurd û Tirkan de îstîsmar dike, ku diyarî û xelatan li gor dilê xwe belav dike. Herwiha Seqir dibêje: “Amerîka ji bilî tiştekî naxwaze, ew jî gurkirina nakokiyan e.”