Asayîşa Rojava endamekî partiya Yekîtî berdan

Berî deh rojan ji aliyê Asayîşê ve hatibû girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Endemê Komîteya xwecihî ya partiya Yekîtî Siwar Xelef Biro piştî deeh rojan di zindanê serbest berdan.

Peyamnêrê K24ê ragehand ku, Asayîşa Rojava li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê berî demek nêzîk Endemê Komîteya xwecihî ya partiya Yekîtî Siwar Xelef Biro ku, berî 10 rojan ji aliyê wan ve hatibû girtin serbest berdan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, Siwar Xelef Biro ji aliyê Asayîşê ve bo daxwazkariya Giştî ya Rêveberiya Xweser hatibû veguheztin bê ku, bi ti tawanekê were tometbarkirin û li wir hate.

Tê zanîn ku, Asayîşa Rojava birayê Endemê Komîteya xwecihî ya partiya Yekîtî Siwar Xelef Biro weke dîl girtibûn heta ku, ew xwe radestî Asayîşê bike.