Pîre: Hikûmeta Iraqê referandûmê bi mafekî destûrî dizane

Endamê Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û endamê şanda YNKê bo Bexdayê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, hikûmeta Iraqê ti nerazîbûna wê li ser encamdana referandûmê tune ye û wek mafekî destûrî dizanin, lê tenê dixwaze bizane dê çawa referandûm encam bide.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4d16ac5c-ab7d-48af-aba8-4f12a846c1bd/sahdi%20pera%20bagdad.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Endamê Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û endamê şanda YNKê bo Bexdayê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, hikûmeta Iraqê ti nerazîbûna wê li ser encamdana referandûmê tune ye û wek mafekî destûrî dizanin, lê tenê dixwaze bizane dê çawa referandûm encam bide.

Pîre got jî, wan bi aşkere behsa wê yekê kirine, ku Bexda pabendî destûr nabe û hemû mafên Kurd binpê kiriye, ji ber wê yekê Kurd neçar e biryara xwe derbarê çarenivîsa xwe bide.

Di 22 Tebaxê de, şandeke hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê serdana Bexdayê kiribûn û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hin aliyên siyasî civiyabûn.