Meraş: Ji ber ava genî 5 hezar kes nexweş bûn

Li Meraşê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nepakiya avê nêzîkî 5 hezar kes nexweş bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Meraşê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nepakiya avê nêzîkî 5 hezar kes nexweş bûn.

Şeva borî hejmarek mezin ji welatiyên bajarokê Elbistanê ya ser bi Meraşê ve, ji ber bilindbûna pileya germê bi nexweşiya laş, zikêş, navçûn, gêjbûn û nexweşiyên din ketine û serî li nexweşxaneyan dan.

Ji ber qerebalixa li pêş navendên tenduristiyê li bajêr, diktorên ku li bihnvedanê bûn jî vegeriyan ser kar.

Piştî lêkolînê, hate diyarkirin ku tûra avê malan genî bûye parêzgariya Meraşê daxuyaniyek di wê derbarê de belav kir û tê de hişyarî da ku, kes avê ji wê tûra têkçûyê bikar nehîne.

Piştî belavbûna nûçeya nexweşiya 5 hezar kesî li Elbistanê, Serdozgeriya Komarî ya Meraşê dest bi lêkolînên xwe kir.