Parêzgarê Kerkûkê: Em rê nadin petrol ji bo Îranê were şandin

Wezareta Petrolê ya Iraqê dixwaze bi rêya tankeran petrola Kerkûkê ji bo welatê Îranê bişîne. Ev hewla hikumeta Iraqê jî karvedanên berpirsyarên îdareya Kerkûkê li pey xwe aniye. Parêzgarê Kerkûkê jî gefên li wê yekê dixwe ku, heger petrola bajarê wan bi tankeran bête hinardekirin, dê helwêsta wan hebe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/364a34a2-9c34-421c-a245-2483bf5a22b4/newty%20kerkwk.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Petrolê ya Iraqê dixwaze bi rêya tankeran petrola Kerkûkê ji bo welatê Îranê bişîne. Ev hewla hikumeta Iraqê jî karvedanên berpirsyarên îdareya Kerkûkê li pey xwe aniye. Parêzgarê Kerkûkê jî gefên li wê yekê dixwe ku, heger petrola bajarê wan bi tankeran bête hinardekirin, dê helwêsta wan hebe.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihandibû, ew rê nadin ti tankêreke petrolê ji bo Îranê were şandin. Ew jî di demekê de ye, di heyama van du hefteyan de, petrola kêlgehên Kerkûkê yên ser bi kompanya Petrola Bakur bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhan ya Tirkiyê tê şandin.

Berpirsiyarên Bexdayê jî dibêjn: “Em dixwazin li ser pirsa petrolê bi berpirsyarên Herêma Kurdistanê re bigihin hevtêgihiştinekê.”