Li navçeya Şemzînanê du çawîşên pispor hatin kuştin
K24-Navenda Nûçeyan
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê şer di navbera gerîlayên HPG'ê û Artêşa Tirkiyê de qewimî di encamê de 2 çawîşên pispor hatin kuştin
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê şer di navbera gerîlayên HPG'ê û Artêşa Tirkiyê de qewimî di encamê de 2 çawîşên pispor hatin kuştin. Şerê ku ji berê rojekê li Derecika Şemzînanê destpêkirî didome.
Îro danê sipêdê dûbare şer dijwar bû. Li gorî zanyariyên destpêkê 2 çawîşên pispor hatine kuştin. Ji biryargeha leşkerî ya Colemêrgê helîkopter ber bi cihê operasyonê ve firiyan.