Sûriyê giliyê li Tirkiyê dike

Tirkiyê derbasî Sûriyê bû, rêjîma Sûriyê jî nameyeke giliyê ji Netewên Yegirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re dişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê derbasî Sûriyê bû, rêjîma Sûriyê jî nameyeke giliyê ji Netewên Yegirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re dişîne.

Rêjîma Sûriyê derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê bi tank, top û firokeyên şer bo Cerablusê û destpêkirina operasyona Mertalê Firadê, nameyeke giliyê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Ban Ki-Moon û ji Encûmena Asayişa Navdewletî re şand.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriye “SANA”, hikûmeta Şamê di nameya xwe de gotiye: "Kiryarên Tirkiyê û hêzên ku pê re dixebitin li ser axa Sûriyê, rasterast kumkujî û dagirkirinê dikin, ku di operasyonê de sivîl tên kuştin."

Dxuyaniya Sûriyê, piştî axaftina Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş hat, ku gotibû rêjîma Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê ji operasyonê haydar bûbû.

Wezareta Derve ya Sûriyê berê jî derbasbûna Tirkiyê bi binpêkirina serweriya xaka Sûriyê binav kir û gotibû, pêwîst e Tirkiyê bo şerê li dijî terorê, bi hevahengî bi wan re kiriba.