Partiyên Kurdistanî: PYD rêgiriyê li pêş xebata ENKSê dike

Partiyên Kurdistanî yên li Almaya bi daxuyaniyekê piştgîriya xwe ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir, herwiha daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku, rêgiriyê li pêş xebata partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê xebatê neke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên Kurdistanî yên li Almaya bi daxuyaniyekê piştgîriya xwe ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir, herwiha daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku, rêgiriyê li pêş xebata partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê xebatê neke.   

Di daxuyaniya partiyên Kurdistanî de hat: “Divê em kêmasiyên xwe jî bibînin. Îro li Rojavayê Kurdistanê li gel êrîşên terora tundrew a DAIŞê, di heman demê de derfet jî hatine pêş, lê mixabin PYD rê nade partiyên din yên Kurdistanî ku, li Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê xwe kar û xebatên xwe bimeşînin.”

Partiyên Kurdistanî gotin: “Li şûna PYD yekitî û yekrêziya navmala Kurd biparezê, girtina endamên siyasî yên partiyên ENKS, siyasetmedar û nivîskarên Kurd, herwiha xwediyên çalakvanên ku, nerazîbûna xwe nîşan didin, bo xwa kiriye armanc. Ta îro behtirî 100 ji wan kesayetiyan di girtîgehên PYDê de dane. Ew destûr nadin, ku Pêşmergeyên Kurdistanê derbasî Sûriyê bibin, ji bo parastina Kurdistana Sûriyê şer bikin.” 

Herwiha daxuyaniya partiyên Kurdistanî di daxuyaniya xwe gotin: “Bûyerên li navçeyê û bi taybetî li Kurdistanê diqewimin ispat dikin, ku yekìtî û yekrêziya navmala kurd pêwist e. Dost û hevkarê gelê kurd jî vê hêvî dikin.”

Daxuyaniyê amaje bi komkujiyên ku bi sere Kurd de tên kir û got: “Em wek Havkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elmanya, vê komkujiya ku bi destê DAIŞê ve, di 27ê Tîrmeha sala 2016´an de li Qamişlo, Hasekê û di 20 Tebaxê de li Dîlokê dijî gele me yê sivîl hatibû kirin. Her wisa hemû cure erîş û teqînên ku, li dijî sivîlan tên kirin, her wisa erîşî ji alîyê kê dibe bila bibe, bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên Şêhîdan re û gelê kurd re sêrsaxî dixwazin, ji bo birîndaran saxlemiyê dixwazin.”

Partiyên li ser daxuyaniyê îmze kirine:

Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elemaniya (HEVKARÎ) 
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-IRAK)
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-IRAN)
Democratic Party of Iranian Kurdistan (PDK-IRAN) 
Partîya Demokrat a Kurdistanê /Bakur (PDK- Bakur)
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) 
Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya (PDK-S) 
Partiya Yekîtî ya kurdî li Sûriya (PYK-S)
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) 
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 
PAK Rojhalat