Kerby: Divê Hewlêr û Bexda bi guftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin

Amerîka ragihand, Washington piştgêriya her hewlekê dike bo nêzîkirina di navbera Hewlêr û bexdayê û daxwaz ji her du aliyan dike ku, bi riyên diyalog û guftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka ragihand, Washington piştgêriya her hewlekê dike bo nêzîkirina di navbera Hewlêr û bexdayê û daxwaz ji her du aliyan dike ku, bi riyên diyalog û guftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby derbarê pirseke peyamnêrê K24ê li Washingtonê li ser civîna duh ya şanda Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ragihand ku, ew kêfxweş in ku piştgêriya her hewlekê dike bo nêzîkirina di navbera Hewlêr û bexdayê û daxwaz ji her du aliyan dike.

Kerby aşakere kir ku, agahdariya wan derbarê wê civînê de heye, lê red kir ku Washingtonê ew civîn rêk xistibe.

Kerby diyar kir, ew civîn karekî navxweyî yê Iraqî ye û Amerîka destlwerdanê di karûbarên Iraqê de nake. Lê Kerby amaje kir, berpirsên Amerîka di guftûgoyan de ne ligel berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê, da ku pirsgirêkan di navbera her du aliyan de çareser bikin.

Bi armanca danûstandin ligel berpirsên Bexdayê, duh şandek bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûbû Bexdayê.