Her aliyek amadekariyê bo Babê dike

Piştî ku artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê bi hev re di çarçoveya operesyona “Mertala Feratê” de derbasî nava Cerablusê bûn, çekdarên DAIŞê berve bajarê Babê vekişiyan, herwiha çekdarên DAIŞê yên li Minbicê bûn jî çûn Babê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê bi hev re di çarçoveya operesyona “Mertala Feratê” de derbasî nava Cerablusê bûn, çekdarên DAIŞê berve bajarê Babê vekişiyan, herwiha çekdarên DAIŞê yên li Minbicê bûn jî çûn Babê.

Ligel wê yekê her du alî, Hêzên Sûriyeya Derokratîk (HSD) û artêşa Azad ya opozîsyona Sûriyê jî çavên wan li Babê ne. Medyayên Tirkiyê amaje bi amadekariya artêşa Azad bo çûna wê navçeyê dikin.

Rojnameya “Gundem” di raportekê de amaje bi girîngiya bajarê Babê dike ku, Bab ji bo girêdana navçeyên Rojavayê Kurdistên ji YPGê gelekî girîng e, ku 60 k.m ji Cerablus, 30 k.m ji sînorê Tirkiyê û 45 k.m ji Minbicê dûr e.

Di heman demê de, ligel hewlên Tirkiyê û artêşa Azad bo çûna berve Babê, HSDê jî Encûmena Leşkerî ya Babê damezrand. Ku çavê herduyan li ser wê navçeyn ne.

Berpirsekî artêşa Azad ragihand ku, armanca wan navçeya Babê ye û dixwazin berya HSDê êrîşî Babê bikin.berpirsekî berê yê artêşa Tirkiyê derbarê ku Babê di destê DAIŞê, yan hêzên opozîsyon, yan di destê YPGê de be radigihîne, ew bijardeya Amerîka û Rûsiyê ye, ku pêşeroja bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê destnîşan dike.

Rojnameya “Yeni Şefek” ya Tirkî derbarê girîngiya Babê de, li ser zarê Serokê Encûmena Xwecihî ya Babê Telal Ebû Sûriye ragihand, Bab navenda pêşesazî û bazirganiyê ye, di sala 2014an de kete destê DAIŞê û piştî Reqayê, Bab paytexa duyemîn ya DAIŞê ye.

Ebû Sûriye got jî, Bab bo rêjîm, YPG û opozîsyonê gelekî girîng e. Rêjîm 15 k.m, YPG 25 k.m û opozîsyon jî 23 k.m ji Babê dûr in.