Maf ên Mirov: Heşd a Hozzan zaroyan çekdar dike bo şerr ê Mûsilê
K24- Hewlêr
Rêkxistî ya çavdêrî ya maf ên mirov ê ser bi Netewe yên Hevgirtî aşkera dike ku Heşd a Şeibî zaroyan çekdar dike bo şerr ê Mûsilê.
Li gor zanîyarî yên ji alî yê Rêkxistî ya Çavdêrî ya Maf ên Mirov hatîne belav kirin, hêz ên Heşd a Hozzan ku ji alî yê hikumet a Îraqê ve dihê piştîvanîkirin ji nav kemp ên penaberan zaroyan çekdar dikin daku bo şerr ê Mûsilê bikar bihînin.
Ewê rêkxistîyê amaje bi wê yekê daye ku herdû alî yên şerrker zaroyan bikar dihînin çunku Daiş ê jî zaro amade kirîne bo wê şerrê.
Li gor yasa ya Netewe yên Hevgirtî nabe zaro yên jêr jî yê 18 salîyê bihên bikahînan bo şerr û Îraqê jî wajû li sser yasa û rêkkevtinê kirîye.