K24 diçe nava girtîgeheke keçên Êzdî
K24 – Geyara
DAIŞ li navçeya Geyara ya li başûrê Mûsilê, çendîn girtîgeh çê kiribûn, yek ji wan girtîgehan ku di nava Geyara de bû, taybet bo keçên Êzdî û xelkê Geyara bû.
K24 serdana wê girtîgehê kir û awayên îşkenceyên DAIŞ ku bi ser wan kesan dikir, aşkere dike. Herwiha behsa rizgarkirina çend keçên Êzdî jî dike.