Fermandarekî din yê Pasdaran li Sûriyê hate kuştin

Medayayên nêzîkî Pasdarên Îranê belav kirin ku, fermandarekekî din yê pilebilind yê hêza Pasdaran di şerê li Sûriyê de hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Medayayên nêzîkî Pasdarên Îranê belav kirin ku, fermandarekekî din yê pilebilind yê hêza Pasdaran di şerê li Sûriyê de hate kuştin.

Ajansa “Dîfayî Moqedes” ku ser bi hêza Pasdarên Îranê ve ye ragihand ku, Fermandarê hêza Pasdaran Daryoş Dirostî di şer û pevçûnên nêzîkî bajarê Hemayê de hate kuştin.

Hin medyayên Îranê di çar rojên borî de ragihandin ku, 10 pasdarên din li Sûriyê hatine kuştin.

Herwiha duh jî, hin nedyayên Îranê kuştina generalê berê yê Pasdarên Îranê Ehmed Xulamî li Sûriyê ragihandin, ku berî demekê di şer û pevçûnên nêzîkî Helebê de birîndar bûbû.