Wîlayetî: Îran û Iraqê yek niştiman in

Berpirsekî pilebilind yê Îranê, Îraqê û welatê xwe bi yek welatî bi nav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî pilebilind yê Îranê, Îraqê û welatê xwe bi yek welatî bi nav dike.

Serokê Navenda lêkolînên Steratîjîk li Komîteya Diyarîkirina Berjewendiyên Îranê Elî Wîlayetî ragehand, Îran bêyî şêwirmendiya bi Iraqê re, ti karekî siyasî û leşkerî li wî welatî encam nade. Wîlayetî got: “Herdu welat jî yek niştiman in, ji me herdu aliyan re.”

Wîlayetî piştî pêşwazîkirina li serkirdê grupeke Heşda Şeibî Ekrem kehbî, tekezî li ser beşdarîkirina Heşda Şeibî di proseya rizgarkirina bajêrê Mûsilê kir.

Wî berpirsyarê Îranî amadehiya Tehranê jî ji bo her piştevaniyeke leşkerî û siyasî ji bo hikûmeta Iraqê di şerê DAIŞê de nîşan da.