Telal Silo: Artêşa Tirkiyê berve bajarê Babê ve diçe

Berdevkê HSDê ragihand, tenê hin hêzên wan li rojavayê Feratê mane, ew jî ji bo hevahengiyê bi Encûmena Leşkerî û Encûmena sivîlan re bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê HSDê ragihand, tenê hin hêzên wan li rojavayê Feratê mane, ew jî ji bo hevahengiyê bi Encûmena Leşkerî û Encûmena sivîlan re bikin.  

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Eqîd Telal Silo ji K24ê re ragihand, HSDê piştevaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê kir, piştre jî ji wan devaran vekişiyan û li rojhilatê çemê Feratê li çeperên xwe ne.

Silo amaje bi wê yekê kir ku, hin hêzên HSDê li Minbicê mane, ew jî hevahengiyê bi Encûmena Leşkerî û ya sivîlan re dikin, bo birêvebirina Minbicê.

Silo derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê nava xaka Sûriyê de got: “Tirkiyê sûdê ji bêdengiya navdewletî dibîne û bakurê Sûriyê dagîr dike, civaka navdewletî jî di vê derbarê de ti gav navêtine, ji ber wê Tirkiyê jî hêza li bakurê Sûriyê zêde dike, ku îro hejmarek mezin ji tankan derbasî bakurê Sûriyê kir û berve bajarê Babê ve diçin.

Derbarê vekişîna Lîwaya Ehrar El-Reqa ji nav refên HSDê û tevlîbûna wan nava grûpên opozîsyonê de, Silo got: “Di vê derbarê de daxuyaniyek derket, ku serkirdeyên Ehrar El-Reqa tê de diyar kirin ku, ew nûçe ne rast in û dev ji HSDê bernedane. Lîwaya Ehrar El-Reqa bi me re li eniyên şer in û perçe nebûne.”

Li ser agirbesta ku di navbera artêşa Tirkiyê û Encûmena Leşkerî ya Cerablusê de hatibû ragihand, Silo got: “Li Cerablusê agirbest di navbera artêşa Tirkiyê û Encûmena Leşkerî ya Cerablusê de heye. Niha artêşa Tirkiyê hêzên xwe li wir rawestandine, lê hêzên xwe ber bi El-Rayî û Babê ve dibe.”

Silo derbarê çûna HSDê berve Babê ve got: “Ne HSDê dê biçe Babê, lê Encûmena Leşkerî ya Babê ku ji xelkê Babê pêk tê, ewê bajarê xwe ji DAIŞê rizgar bike. Em tenê alîkariya lojistîk ji wan re pêşkêş bikin û li gor karînên me. Em hevpeymanên stratîjîk in, em alîkariya lojistîk dikin bo jinavbirina terorê.”