Demîrtaş: Ti agahiyên me li ser Ocalan tune ne

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş li 24emîn fîstevala navdewletî ya Kurdî li Almanya ragihand, ti agahdariya wan derbarê rewşa Abdulah Ocalan de tune ye, ev rewşa jî metirsîdar e. pêwîst e heta agahdarbûna li rewşa Ocalan divê gel rabe ser piyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Demîrtaş got: “Emê demokrasî û azadiyê biparêzin. Erdogan dibêje, çareserî nîn e, emê israr bikin. Em ji çekê hez nakin, Lê Emê li dijî êrîşkaran xwe biparêzin. Niha meseleya krîtîk Imralî ye. Heya ku agahî jê neyê standin, her Kurdê xwedan rûmet wê li qadan be.”

Di beşeke din de, Demîrtaş got: “Em dizanin ku 15’ê Tîrmehê helîkoptêreke darbekaran xwe li Imraliyê danî. Em dizanin ku bi balafirxistokan êrîş bûye û helîkoptêrê jî gule reşandine. Ev 50 roj in em agahiyê nastînin. Destûrê nadin ji bo ku agahî jê were standin hevdîtin pêk were.”