Demîrtaş: Pirsgirêkên Kurd ne tenê yên aboriyê ne

Hevserokê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş, li ser "besteka pêşketinê" ya ku li Diyarbekirê ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ve hat eşkerekirin, wiha got: Kêşeya Kurd bi tenê xebatên aboriyê ve nayê çareserkirin. Her wiha Demîrtaş da zanîn ku, ne Rojava û ne jî Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyê heta niha nebûye gef.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b1c555bb-feee-4607-8983-a82365268a1c/MitingaAshtiye.ism/manifest

K24 – Stanbol

Hevserokê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş, li ser "besteka pêşketinê" ya ku li Diyarbekirê ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ve hat eşkerekirin, wiha got: Kêşeya Kurd bi tenê xebatên aboriyê ve nayê çareserkirin. Her wiha Demîrtaş da zanîn ku, ne Rojava û ne jî Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyê heta niha nebûye gef.

Li Stenbolê di mitîng aştiyê de ku ji aliyê hêza yekîtiyê ya bo demokrasî û kedê ve hat lidarxistin, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, komeke parlamenterên HDP'ê û gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl bi daxwaza aştî û demokrasiyê hatin ba hev.

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarê Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê de rexne li hikûmeta Tirkiyê kir û wiha got: Tirkiye ligel Îsraîl bi gelek kesan re li hev kir, lê bi Kurdan re hêj li hev nekiriye.

Demîrtaş got: “Ne başûrê Kurdistanê ne jî Rojavayê Kurdistanê heta niha gef li Tirkiyê nexwarine û ji bo Tirkiyê nabin sedema geflêxwarinê. Dagirkirina Cerabalûsê yekser li dijî Kurdan e. Tirkiye heta Îsrailê ligel gelek kesan li hev kir, lê dor hat Kurdan dibin neyar. Hikumetên berê jî li Diyarbekirê, bi heman awayî gelek bestek eşkerekirin lê bo pirsa Kurd nebû çare. Kêşeya Kurd kêşeyekî aborî nîn e. Axaftina wek çareserî nîn e zêdetir dibe sedema şer û pevçûnan.”

Wezareta Dadê ya Tirkiyê der barê rewşa rêberê PKKê Abdullah Ocalan de gotibû, li ser Ocalan agahiyên xelet tên dayîn û tê îstîsmarkirin. Demîrtaş li ser vê yekê jî got: Nexwe nehêlin bê îstîsmarkirin destûr bidin da ku parêzerê wî bila here ba lê. 

Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîqayên Kar a Şoreşgeran Kanî Beko jî ragihand ku kêşeya Kurd ne bi înkar û ne jî bi serhildanê nayê safîkirin. Beko got jî: “Eger proseya aştiyê bê destpê kirin cihê wê li parlemanto ye. Divê partiyên siyasî yên li parlamentoyê bo safîkirina kêşeya Kurd li hev bicivin, da ku guftûgoyekê bikin. Hebûna HDP a li parlamentoyê ji bo vê siûdeke mezin e.”

Piştî serdana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim a li Diyarbekirê xuya dike di konsepta nû a hikumetê de bo safîkirina kêşeya Kurd zêdetir hewlên wek aborî dê bên dayîn. Lê nêrîneke din jî ew e ku kêşeya Kurd bi tenê xebatên aboriyê heta niha nehatiye çareserkirin.