Li Kerade teqîn: 9 kes hatin kuştin

Li navçeya Kerade ya Bexdayê, êrîşeke xwekujî bi riya otombêleke bombebarkirî hate kirin, 9 kes hatin kuştin û 30 jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Kerade ya Bexdayê, êrîşeke xwekujî bi riya otombêleke bombebarkirî hate kirin, 9 kes hatin kuştin û 30 jî birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand ku, duh derange şevê êrîşeke xwekujî bi riya otombêleke bombebarkirî hate kirin li navçeya Kerada hate kirin, di encamê de 9 kes hatin kuştin û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Peymanêrê amaje kir ku, tevî tedabîrên ewlehiyê yên tund, teqîn di rawestgeha otomêlan de li nêzîkî nexweşxaneya Ebdilmecîd li Keradê hate kirin.

Piştî teqînê, DAIŞê di daxuyaniyekê de berpirseyatiya xwe derbarê encamdana êrîşa xwekujî de ragihand.

Tê zanîn ku di meha Tîrmeha borî de, DAIŞê li heman navçeyê ku niştecihên wê Şîe ne, teqîneke bihêz kir, di encamê de 324 kesan canê xwe ji dest dan.