Li sînorê Ezazê mûşekên Amerîkî hatin bicihkirin

Li ser sînorê Cerablus û Ezazê mûşekên HIMARS yên Amerîkayê hatin bicihkirin û operasyona bi navê "Mertala Feratê" ya Tirkiye û hin grûpên opozîsyona Sûriyê ber bi navçeya El-Babê berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser sînorê Cerablus û Ezazê mûşekên HIMARS yên Amerîkayê hatin bicihkirin û operasyona bi navê "Mertala Feratê" ya Tirkiye û hin grûpên opozîsyona Sûriyê ber bi navçeya El-Babê berdewam dike.

Sînorê navbera Ezaz û Cerablusê ku 98 k.m bû, ji hêla Artêşa Tirk ve hat girtin û li wê derê grûpên opozîsyona Sûriyê hatin bicih kirin. Hat ragehandin ku, opozîsyonê bi piştevaniya Tirkiyê berê xwe daye El-Babê ku ji sînorê Tirkiyê 30 k.m dûr e.

Li Cerablus û El-Raî di roja 14emîn ya operasyonê de bombebaran û bûyer pêk nehatin. Lê nêzîkî sînor sîstema mûşekên HIMARS tevî 50 leşkerên Amerîkî hatin bicihkirin.

Hat ragehandin, ev mûşek heta dawiya operasyonê dê bimînin û heta 98 k.m bandora wan heye.