Piştî roniya çavekî xwe winda kir ji zîndana asayişê hate berdan
K24- Hewlêr
Asayîşa Rojavaya Kurdistanê, endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûrye (PDK-S) yê bi navê Selah Seyîd Yûnis li Amûdê serbest berda.
Hatîye zanîn ku, saxlemiya Selah ne baş e û ronî ya çavekî xwe di zîndanê de ji dest daye.
Selah Seyîd Yûnis, endamê Encûmena Herêmî ye di PDK-Syê de û li 14ê meha Hezîrana borî ve ji aliyê asayîşa Amûdê ve hatibû girtin.