“Hemû alî li firotana petrolê agahdar in”
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Komîta Samanên Sirûştî di Parlementoya Kurdistanê de Dilşad Şaban ji K24ê ragihand, hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bê cudahî li hûrgiliyên firotana petrolê agahdar in, lê ew alî dosya petrolê bo meremên siyasî bikar tînin û dibêjin ku agahdariya wan bo firotana petrola Kurdistanê tune ne.