“Piştî nexweşiya Mam Celal navenda biryara YNKê nema”

Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dibêje, piştî nexweşbûna Mam Celal, navenda biryarê di nava YNKê de nema û heger her kesek ligel aliyekî rûne, hewlesta xwe dide ne ya YNKê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dibêje, piştî nexweşbûna Mam Celal, navenda biryarê di nava YNKê de nema û heger her kesek ligel aliyekî rûne, hewlesta xwe dide ne ya YNKê.

Endamê Pîlotbîroya YNKê Şêx Cafer Mistefa ji “Dengê Amerîka” beşê Kurdî re amaje bi pirsgirêkên din yên YNKê kir û got: “Ti kes nizane dahatiyên YNKê çawa dibe û çawa diçe û bo kê xerc dibe. Bê wîjdan di dabeşkirina dahatiyên YNKê de heye, ku ew jî parên Pêşmerge û şehîdan e.”

Şêx Cafer tekez kir, çendîn dezgehên ragihandinê yên cuda di nava YNKê hene, ku bi pareyên şehîd û Pêşmergeyên YNKê bi rê ve diçin, lê ti nûnertiya YNKê nakin û her kesek wek çawa dixwazin pife zunê dike.”