Amûde: Grevek birçîbûnê li dijî girtina siyasetmedaran
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek ji endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî girtina siyasetmedaran dest bi greva birçîbûnê kirin.
Rêxistina Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ragihand ku, li dijî kiryarên Asayişa Rojava yên wek girtina serkirdeyên partiyan û çalakvanan û êrîşa li ser navendên partiyên siyasî, hejmarek ji keç û xortên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ketin greva birîçbûnê, wek fişarekê bo serbestkirina endamê partiyên ENKSê.
Asayişa Rojava di çend rojên derbasbûyî de, çend endamên Partiyên ENKSê (Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye) li bajarên Qamişlo û Amudê girtin û ta niha nehatine serbestkirin.
Li gor rêxistina Amûdê yê Partiya Yekîtiya Kurd, ku greva birçîbûnê îro ji demjimêr 9:00 û heta 18:00 li navenda Orkêş li Amûdê ber xwe dide.