Emerîka 400 serbaz ên din dişîne Îraqê
K24- Hewlêr
Hevpeyman î ya Nêvdewletî belav kir, Emerîka berî destêkirin a şer ê rizgarkirin a Mûsilê 400 serbaz ên din li Îraqê dê akincî bike û bi vî awayî hijmar a temam a serbaz ên Emerîkayê li Îraqê digehe 4460 serbazan.
Kolonîl Con Duryan gotebêj ê Hevpeymanî ya Nêvdewletî red kir cih û erk ên serbaz ên nû akincî bûyî aşkera bike.
Berê jî Emerîka û Îraqê rêkkevtinek li ser zêdekirin a hijmar a serbaz ên Emerîkayê li Îraqê wajû kirbûn.
Serbaz ên Emerîka li Îraqê rol a rawêjkarî û rahînanê dibînin û rasteras pişkdarîyê di ti şerran de nakin.