Heseke: Asayiş û rêjîmê li ser xalên nû lihev kirin

Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê Asayişa Rojava û YPGê ligel rêjîma Sûriyê li ser hin xalên din lihev kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê Asayişa Rojava û YPGê ligel rêjîma Sûriyê li ser hin xalên din lihev kirin.

Li gor peyamnêrê K24ê li Hesekê, ku duh li Hesekê,êvarê parêzgarê Hesekê Mihemed Zeal Elî û Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) Sîpan Hemo civiyan.

Peymnnêrê K24ê diyar kir ku, civîn nêzîkî 3 demjimêran dirêj kir û tê de her du aliyan li lihev kirin ku, rêbendên rêjîma Sûriyê yên ketibûn destê Asayişa Rojava, ji nû ve ji bo rêjîma Sûriyê re dê bên vegerandin.

Herwiha her du aliyan li ser vegerandina jiyana normal di bajêr de tekez kirin, wek vekirina zanîngehan û berdewambûna karê desgehên rêjîmê û derbaskirina alîkariyên mirovî.

Lê cibicîkirina van xalan heta piştî cejna Qurbanê hate paşxistin.

Roja 16 Tebaxê şer û pevçûn li Hesekê di navbera Asayişa Rojav û YPGê ji aliyekî û hêzên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîmê ve derket, rêjîma Sûriyê xwe ji nava bajêr vekişandibû û tenê di çarkoşeya ewlehiyê de mabû.

Li Hesekê şer bêhtirî hefteyekê ber xwe da û rêjîma Sûriyê yekem carê jî li Hesekê bi firokeyên şer bajar bombebaran kir

Di encama şer de, zêdetirî 47 kesan canê xwe jidest dane, ji nava wan 27 sivîl bûn, ku ji nava wan jî 11 zarok bûn. Herwiha bi dehan kes birîndar bûn û bi hezaran jî koçber bûn.