Rêjîma Sûriyê du parêzerên Kurd li ser riya Helebê digire

Rêjîma Sûriyê 2 parêzerên Kurd li ser riya Heleb – Efrînê li rêbendekê digire û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê 2 parêzerên Kurd li ser riya Heleb – Efrînê li rêbendekê digire û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li ser riya Heleb – Efrînê, rêjîma Sûriyê her du parêzerên Kurd yên navdar Sadiq Necar û Xalid Mistankî li ser rêbendeke xwe girtin. Sedema girtina her du parêzeran jî nehat diyarkirin.

Parêzer Sadiq Necar (70 salî) ji gundê Keferdela Jêrîn e û yek ji siyasetmedarên Kurd yên navdar e, di sala 1971an dema di serdanekê de bû ji Başûrê Kurdistanê re, ji aliyê rêjîma Beis ya Iraqê ve hate girtin û demekê di zîndana “Nîhaye” de ma.

Parêzer Xalid Mistankî (55 salî) ji gundê Birka ye û yek siyasetmedarên Kurd e û endamê Desteya Kurdî ya Bilind bû.