Tirkiyê bi merc tevlî operesyona Reqayê dibe

Hikûmeta Tirkiyê diyar kir ku, ew bi merc dikarin tevlî operasyona bajarê Reqa yê Sûriyê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê diyar kir ku, ew bi merc dikarin tevlî operasyona bajarê Reqa yê Sûriyê bibin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, berpirsên Tirkiyê wê piştî cejnê ji bo operasyona Reqa û Mûsilê ligel berpirsên Amerîka bicivin. Erdogan di hevdîtina lûtkeya G20 ya ligel serokê Amerîka anîbû ziman ku, tiştê pêwîst be, wê bikin.

Çapemeniya Tirkiyê diyar kir ku, wê berpirsên Tirkiyê du merc danîne pêşiya Amerîka. Li gor vê yekê, mercê yekemîn ew e ku şervanên YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) beşdarî operasyona Reqa nebin.

Mercê duyemîn jî ew e ku, Tirkiye dixwaze bajarokê Minbicê yê berî demekê ji aliyê HSDê ve hatibû rizgarkirin, weke baregeha leşkerî ya operasyona Reqayê bikar bîne.