Li Qamişlo bo azadkirina girtiyên siyasî mangirtinek

Bi armanca şermezarkirina girtiyên siyasî ji alî Asayişa Rojava, hejmarek ji alîgirên ENKSê li pêş nivîsgeha PDK-Sê li bajarê Qamişlo derketin kolanan û man girtin.

K24 – Qamişlo

Bi armanca şermezarkirina girtiyên siyasî ji alî Asayişa Rojava, hejmarek ji alîgirên ENKSê li pêş nivîsgeha PDK-Sê li bajarê Qamişlo derketin kolanan û man girtin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, bi armanca şermezarkirina girtiyên siyasî ji alî Asayişa Rojava, hejmarek ji alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li pêş nivîsgeha PDK-Sê li bajarê Qamişlo mangirtinek bi rê ve birin.

Serokê xwecihiya ENKSê ya rojhilatê Qamişlo Şemdîn Nebî, di mangirtinê de axivî û daxwaza berdana girtiyan zindanan kir, çi yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de û çi di zîndanên rêjîma Sûriyê de.

Di heman mijarê de Sekreterê Partî Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Siûd Mela ji K24ê re da zanîn ku, pêwîst bû Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serkirdeyên ENKSê û hemû girtiyên ku ji ber nerînên xwe yên siyasî de hatine girtin, serbest berdana.