Resûl û Salih li ser cibicîkirina peyama xwe rijd in

Cîgirên Sekerterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û Berhem Ehmed Salih di daxuyaniyekê de ragihandin ku, ew rijd in li ser cibicîkirina peyama xwe, bo wergirtina rewatiyê û navenda biryarê di nava wê partiyê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirên Sekerterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û Berhem Ehmed Salih di daxuyaniyekê de ragihandin ku, ew rijd in li ser cibicîkirina peyama xwe, bo wergirtina rewatiyê û navenda biryarê di nava wê partiyê de.

Bi boneya cejna Qurbanê û di peyameke hevbeş de Cîgirên Sekerterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û Berhem Ehmed Salih ragihandin, ew dilniya ne ku digihin navenda biryarê derbarê mafê xelkê û rola karîna YNKê de. Herwiha ew li ser cibicîkirina peyama xwe rijd in, bo berjewendiya YNKê û vegera rewatî û naveda biryarê.

Di 1ê Îlonê de, Cîgirên Sekerterê Giştî yê YNKê Kusert Resûl û Berhem Salih di peyamekê de “Navenda Biryarê” di nava YNKê de ragihandin û diyar kirin ku, her biryarek bê pirsa wan were kirin, ne rewa ye û nayê qebûlkirin.

Li hember wê yekê jî, basikê din yê YNKê xwe bi piraniya wê partiyê dinasin û Navenda Biryarê bi “Bê rewa” bi nav dikin.