Topxaneya Tirkiyê pêgehên artêşa Sûriyê topbaran dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkyê ragihand ku, hêzên wê hin binkeyên artêşa Sûriyê yên li gundên Lazqiyê ya Sûriyê bi 6 topan armanc kirine.
Li gor nûçeyeke “AA”, ku artêşa Tirkiyê bi 6 topan binkeyên artêşa Sûriyê li gundên Lazqiyê topbaran kiriye, ku ew topbarankirin jî wek bersivekê ji ketina topekê bû, ku ji aliyê Sûriyê ve hatibû avêtin û li devera Yayeladaxê ya ser bi wîlayeta Hatayê ketibû.
Artêşa Tirkiyê diyar kir ku, ji encama ketina bombeya artêşa Sûriyê bi ser Yayeladaxê, ti ziyanên canî nebûne.
Artêşa Tirkiyê berî niha jî raghandibû ku, dê bersiva her topbaranekê bide heger ji kîjan aliyê bê avîtin.