Colemêrg: 20 alîgirên DBPê hatin binçavkirin

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê 20 endam û alîgirên hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê 20 endam û alîgirên hatin binçavkirin.

Îro li avahiya Serokatiya Colemêrgê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dijî destdanîna ser şaredariyê komek endam û alîgirên wê partiyê, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li ser vê yekê polîsan bi ser avahiya DBPyê de girtin û 20 kes binçav kirin.

Piştî operasyonê parlementerê HDPê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan serdana avahiyê kir û derbarê mijarê de zanyarî standin.

Roja Yekşemê 11 vê mehê li Tirkiyê ji bo 28 şaredariyan qeyûm hatibû erkdarkirin û piraniya şaredariyan jî yên DBPê bûn.