Demîrtaş girtina cîgirê xwe şermezar kir

Cigîrê Hevserokên HDPê Alp Altinors di 9ê Îlonê de hatibû binçavkirin û piştî mehkemekirinê hate girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahattîn Demîrtaş li dijî girtina cigîrê xwe Alp Altinors nerazûbûn nişan da.

Derbarê şermezarkirina cîgirê xwe Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahattîn Demîrtaş ji hesaba xwe ya twîtirê ragihand ku, Alp Altinors kesek şoreşger û ser bilind e. Ew ne kesekî namerd û diz û dijmina gelan e. Ew rûmeta wan e.

Cigîrê Hevserokên HDPê Alp Altinors di 9ê Îlonê de hatibû binçavkirin û piştî mehkemekirinê hate girtin.