Ocelan :Amerîka dikare pirsa kurdî di rojekê de çareser dibe
K24-Navenda Nûçeyan
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Dîlek Ocalan ragehand ku, Amerîka ger bixwaze li Tirkiyê pirsa kurdî di rojekê de çareser dibe.
Derbarê vê mijarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Dîlek Ocalan ji Radyoya Dengê Amerîkayê re axifî û wiha got:Derbarê çareserkirina pirsa kurdî de ne tenê rola Tirkiyê rola dewletên din jî heye. Amerîka bixwaze pirsa kurdî çareser dibe. Lê çareseriyê naxwazin mirinê dixwazin.
Dîlek Ocalan da zanîn ku, peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî derfeteke baş e û divê were bikaranîn.Herwiha diyarkiri ku, Ocelan dixwazin pêvajoyek nû ya çareseriyî destpê bike. Dewletên wekî Amerîkayê jî rola xwe ya erenî ji bo çareserkirina pirsa kurdî bilîze.