Li Babê Artêşa Tirkiyê bingehên DAÎŞê dide ber topan

Operasyona Tirkiyê ya li Cerablûsê ev 24 roj in berdewam dike û li gor ragihandina Sererkaniya Tirkiyê heta niha 527 senger bi 2 Hezar û 255 caran hatine topbaran kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê ji bajarê Kîlîsê sengerên DAÎŞê yên li bajarê Babê dide ber topan.

Di çarçoveya operasyona Cerablûsê de îro, ji danê sibê ve arteşa Tirkiyê bingehên DAÎŞê yên li Sûriyê bajarê Babê dixe.Ew operasyon bi piştevaniya hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê Arteşa Azad a Sûriyê jî ber bi pêş ve diçe.

Hat zanîn Arteşa Azad a Sûriyê erdê dinav bera Cerablûs û Azezê de bi temamî kontrolkirine. Piştî vê yekê Arteşa Azad berê xwe daye bajarê Babê ku 30 km ji Tirkiyê dûr e.

Operasyona Tirkiyê ya  li Cerablûsê ev 24 roj in berdewam dike û li gor ragihandina Sererkaniya Tirkiyê heta niha 527 senger bi 2 Hezar û 255 caran hatine topbaran kirin.