Li Geverê Qedexeya derketina derve hat ragehandin

K24-Navenda Nûçeyan
Li sê gund, sê tax û gundekî navçeya Gever ya Colemêrgê biryara qedexeya derketina derve hate ragihandin. Li Şemzînan jî leşkerek hat kuştin.
Parêzgeha Colemêrgê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, li sê gund, sê tax û gundekî navçeya Gever ya Colemêrgê ji ber wê operasyon were destpêkirin qedexe hatiye ragihandin. Qedexe îro saet 15.00 destpê dike.
Li aliyê din li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jî di encama şer û pevçûnan de leşkerek hat kuştin. Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê jî di encama teqînekê de du cerdevan birîndar bûn.