Qamişlo: Rewşa grevgirtiyan berve alozbûne diçe

Ji roja 12 Îlonê 20 endamên Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê dest bi greveke birçîbûnê ya vekirî kirin, îro roja heftem jî rewşa tenduristî ya 7 grevgirtiyan gelekî aloz bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji roja 12 Îlonê 20 endamên Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê dest bi greveke birçîbûnê ya vekirî kirin, îro roja heftem jî rewşa tenduristî ya 7 grevgirtiyan gelekî aloz bûye.

Grevgirtî Azad Omer ji K24ê ragihand ku, di roja heftem de rewşa 7 grevgirtiyan gelekî nexweş bûne, lewre bijîşk destêwerdan di rewş wan ya tenduristî de kir û hin dermanên pêwîst dane wan.

Omer got, rewşa Necat Elîka, Nisrîn Elî, Şehbaz Îsmaîl, Hêvîdar Ebas, Nûrî Xaşo, Merwan Ehmed û Semîha Ebdulah zor aloz bûye, lewra bijîşk dermanên daxistina gemê û iltîhabê dane wan û sîrom jî ji wan re siwar kirine.

Bo şermezarkirina girtina siyasetmendaran ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê, ji roja yekem ya cejna Qurbanê 12 Îlonê Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê dest bi greveke birçîbûnê ya vekirî kir. 20 endamên ENKSê niha di roja heftem de bi greva xwe de berdewam in.