Îran: Me çek nedane Hosiyan

Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li rêxistina Neteweyên Yekgirtî, tometên Siudiyê li ser pêdana çekan ji bal Îranê ve bi Hosiyên Yemenê re red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Neteweyên Yekgirtî, tometên Siudiyê li ser pêdana çekan ji bal Îranê ve bi Hosiyên Yemenê re red kir.

Ajansa “IRNA” ya nûçeyan belav kir, ofîsa nûneratiya Îranê li Neteweyên Yekgirtî tometên Siudyê bi bêbingeh û bêbelge binav kir û ragihand, di nameya Siudiyê de ji bo Encûmena Asayişê, hejmareke gotegotên bêbingeh têne dîtin, ku ti kesekê bêalî nekariye rastiya wan tekez bike.

Roja pêncşemê Balyozê Siudiyê li Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kiribû, rê nede Îran ji niha pê ve çekan bi çekdarên Hosî yên Yemenê re bişîne. Ji ber ku ew karê Îranê, ewlehiya Siudiyê û xelkê wî welatî dixe bin gefan.