Rêveberiya Xweser li 7 navçeyên Rojava dest bi serjimêriyê dike

Serjimêrî hemû pêkhateyên Rojava li xwe digre.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê îro, li 7 deverên Rojava dest bi pirojeya serjimêriyê dike, ji bo vê rojê jî bênvedaneke fermî ragehandiye.

Derbarê projeya Rêveberiya Xweser ya bi navê "Ez li virim" Desteya Rêxistinî ya Fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê daxuyaniyek belav kir, tê de da zanîn ku, pêwîste welatiyên Rojava pêbendî wê rojê bin û xwe jêre amade bikin, herwiha diyar kiri ku, serjimêrî ji saet 8 sibehê heta derengiya şevê berdewam dike.

Serjimêrî li 7 bajar û bajarokên Kantona cizîrê birêve diçe, ew navçe jî evin:bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Telkoçer, Tirbespî û Tel Hemîs.Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser serjimêrê ne tenê taybete bi kurdên Rojava lê ew hemû pêkhateyên Rojava li xwe digre.

Serjimêriya Rêveberiya Xweser di demekê de tê ku, piraniya welatiyên Rojava ji deverên xwe koçber û penaber bûne.