Artêşa Tirkiyê baregehên DAIŞê li Babê bombebaran dike

Di pevçûnên duh êvarê de 7 çekdarên Artêşa Azad hatibûn kuştin, 10 kes jî birîndar bûbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Balefirên Artêşa Tirk di navbera Cerablus û Babê de sê baregehên DAIŞ bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê ragehand ku, di êrişê de, biryargeh, cebilxane û baregehên DAIŞ yên deverên Baregîta û Sanderahê hatin armanckirin û hatine tunekirin.

Herwiha da zanîn ku, operasyona Mertala Feradê jî ber bi Babê berdewam dike.Aşkere kir ku, di pevçûnên duh êvarê de 7 çekdarên Artêşa Azad hatibûn kuştin, 10 kes jî birîndar bûbûn.