Heşd a Şeibî rexneyê li rêkevtin a dinavber a Herêm û Bexdayê digire
K24- Hewlêr
Berpirsek ê Heşd a Şeibî rexne li rêkkevtin a di navber a Herêm a Kurdistan û Îraqê digre li ser rizgarkirin a Mûsilê û dibêje: Di wê rêkkevtinê de amaje bi rol a çekdar ên Heşd a Şeibî nehatîye kirin li şerr ê vegirtin a wî bajêrî.
Mehemed Mehdî Beyatî, berpirs ê mihwer a bakûr ê Heşd a Şeibî ragehand: Ew hewl ên ku divên rêgirîyê bikin ji pişikdarî ya Heşd a Şeibî li şerr ê Mûsilê şikestê dê hînin û ti hêz nîne rêgirîyê bike ji pişikdarî ya me.