Demîrtaş banga agirbestekê dike

Demîrtaş daxwaza rawestandina operasyonan kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahahtîn Demîrtaş banga agirbestê kir.

Demîrtaş berî serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn ku, pêwîst e çek werin bêdeng kirin.

Herwiha Demîrtaş got ku, ew nabêje bila polîs û leşker dev ji çekan berdin. lê mebest bila çek neyên bikaranîn.

Herwiha daxwaz kir ku, Bila operasyon, şer û çalakiyên bombeyî bidawî werin ku, rê ji bo danûstandin û çareseriya siyasî vebe.

Hevserokê HDPyê herwiha amaje li ser peyama Abdullah Ocalanî danî ragihand ku, divê hikûmeta Tirkiyê li hemberî banga Ocalan bêdeng nemîne. Ger hikûmeta Tirkiyê aşitiyê dixwaze divê bi awayek erenî bersiva Ocalanî bide.