Demîrtaş: Barzanî rêberekî mezin ê kurda ye
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahattîn Demîrtaş ligel şandeyekî îro berbangê serdana Herêma Kurdistanê Hewlêrê kir.
Demîrtaş diyar kir ku, armanca serdana wî başkirina pêwendiyên rêxistin û partiyên kurdî û xurtkirina yekrêziya kurdan e. Kurd di qonaxek dîrokî de derbas dibin û divê mil bidin hevdû û yekitiya xwe saz bikin.
Demîrtaş herwiha da zanîn ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêberekî mezin ê kurda ye û ew dikare ji bo yekitiya netewî roleke mezin bilîz e.
Demîrtaş derbarê bernameya xwe de jî got ku, ewê îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bicive û sibe jî dê digel Serokê Hikûmeta Herema Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk bîne.
Demîrtaş dê 4 roj li Kurdistanê be û her 2 rojên dî jî li Silêmaniyê ligel berpirsên YNKyê û Goranê bicive.