K24 li nava bajarokê Şirgatê ye

K24 wek yekem kanala medya, wêneyên derbasbûna hêzên Iraqê ji nava bajarokê Şirgatê belav dike, niştecihên wî bajarokî jî pêşwaziya hêzên Iraqî dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Şirgat

K24 wek yekem kanala medya, wêneyên derbasbûna hêzên Iraqê ji nava bajarokê Şirgatê belav dike, niştecihên wî bajarokî jî pêşwaziya hêzên Iraqî dikin.

Peyamnêrê K24ê ji nava bajarokê Şirgatê de ragihand, operesyona kontrolkirina bajarokê Şirgatê berdewam e û hêzên Iraqî keleha Aşûriyan ji destê DAIŞê kontrol kirin.

Çekdarên DAIŞê heta niha li hin taxên Şirgatê mane û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî roleke wê bo piştevaniya hêzên Iraqê hebû, ku artêşa Iraqê û Heşda Eşîreyan derbasî nava wî bajarokî bûn.

Bajarokê Şirgatê ser bi parêzgeha Selahedîn e û bi 100 k.m li başûrê Mûsilê dikeve. Herwiha nêzîkî 100 hezar kes lê mabûn.