Diyarbekir: Komxebata Zimanê Kurdî

Konferansa Navneteweyî ya Wêje û Zimanê Kurdî li Zanîngeha Dicleyê hat lidarxistin.

K24 Diyarbekir

Konferansa Navneteweyî ya Wêje û Zimanê Kurdî li Zanîngeha Dicleyê hat lidarxistin.

Li Diyarbekir, bi pêşengiya beşa Kurdî ya Zanîngeha Dicleyê 1. Konferansa Navnetewî ya Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Zimanzan û akademisyenên Kurdî, dîrok û pêwendiyên zimanê Kurdî bi yên cihanê re di komxebatê de, tê nirxandin.

Serokê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî li Zanîngeha Dicleyê Hesen Karacan dazanîn ku, mebesta wan ji komxebatê ew e ku, lêkolînên li ser zimanê Kurdî berhev bên û jêderên wan bi awayekî akademîk bi kêrhatî bên bikaranîn.